Li Innsbrûckê panelên li ser Komploya 9’ê Cotmehê
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîkê ku tev li du panelên li Innsbrûckê hatin lidarxistin bû û got: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi berxwedana bi heybet ev komplo pûç kir.“
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîkê ku tev li du panelên li Innsbrûckê hatin lidarxistin bû û got: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi berxwedana bi heybet ev komplo pûç kir.“
Li Innsbrûck a paytexta eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, bi tevlêbûna Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û endamên Dîwanê yê KCDK-E’yê Demîr Çelîk li Navenda Çandê ya Elewiyan a Înnsbrûckê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Înnsbrûckê panel hatin lidarxistin.
Demîr Çelîk, bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, dest bi axaftina xwe kir. Çelîk, behsa bandora komployê li ser Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir û got: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi berxwedana bi heybet ev komplo pûç kirine.“ Çelîk, têkildarê geşedanên siyasî yên dawîn ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê fikirên xwe xwe anî ziman û îşaret bi lîstîkên li ser Elewî û Kurdan tên lîstin, kir û behsa zerarên girêdayîna komele û federasyonên Elewiyan bi Wezareta Çandê ya Tirk ve kir.
Demîr Çelîk, her wiha behsa cih û giringiya HDP’ê ji bo hilbijartinên ku wê ben kirin jî kir û anî ziman ku xeta sêyemîn pêwîst e.
Hevserokê FEDA’yê Çelîk, di beşê dawîn ê panelê pirsên gel bersivandin û panel qedand.