Li Hambûrgê ji bo Jîna Emînî meş hat lidarxistin
Ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê meşek hat kirin.
Ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê meşek hat kirin.
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Azad a Îranê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê û DKTM a Hambûrgê li Sternschanzeê dest bi meşê hat kirin. Nûnerê Partiya Komunîst a Îranê ku di çalakiyê de axivî, anî ziman ku berteka piştî qetilkirina Jîna Emînî, bûye serhildan û got: “Em dixwazin bêyî zext û tirs li welatê xwe bi serbestî bijîn.”
Gava meşê, dirûşmeyên “Bimire dîktator”, “Ne Şah ne Mele, bijî desthilatdariya gel’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin û wêneyên Jîna Emînî hatin hildan.
Meş, li semta Altonayê qediya.
Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze jî hatin berhevkirin.