Li Hambûrg û Osnabruckê şehîd hatin bibîranîn

Meclîsa Gel a Hambûrgê, Endama Desteya Rêveber a KJK’ê û Endama Meclisa PAJK’ê Şehîd Delal Nûrhak û Şehîd Rojhad Karakoçan, li Hambûrgê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Meclîsa Gel a Hambûrgê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Endama Desteya Rêveber a KJK’ê û Endama Meclîsa PAJK’ê Şehîd Delal Nûrhak û Şehîd Rojhad Karakoçan bi merasîmeke li Salona Dawetê ya Phonîxê bi bîr anîn. Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (TJK-E) û bi ser Kurdistanî tev li merasîmê bûn. Alên PKK’ê û wêneyên şehîdan li salona bibîranînê hatin daliqandin. Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bibîranînê de bi sedan kesan li ser hev dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan“ berz kirin.

Di bîranînê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Selma Irmak axivî û got: “Şoreşa Kurdistanê bi dayîna gelek bedelan ava bûye. Divê mirov li têkoşînê bibe xwedî.“

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê jî şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin bibiranîn. Îro saet di 18:00’an de li ber HBF Osnabruckê, bi pêşengiya Komuna Şehîd Jiyan (Osnabruck) û Şehîd Şîlan (Munster) bîranîn hat lidarxistin.

Bi dehan kes tev li biranînê bûn. Bibîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bibîranînê de têkoşîna gerîla hat silavkirin. Hat gotin ku erka herî pîroz a şehîdan e, ya ku dikeve ser milê mirov jî xwedî derketina li wan e û meşîna li ser rêya wan e. Di bîranînê de axaftvanan bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Divê ji her demê bêhtir em têkoşîna xwe geş bike.“

Bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.