Li Fransayê li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan bi deh hezaran kes daketin qadan
Li Fransayê piştî kuştina Lyhanna ya 11 salî, li seranserî welêt çalakî hatin lidarxistin û zêdeyî 60 hezar kes li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan meşiyan.
Li Fransayê piştî kuştina Lyhanna ya 11 salî, li seranserî welêt çalakî hatin lidarxistin û zêdeyî 60 hezar kes li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan meşiyan.
Li seranserî Fransayê şeva duşemê, 216 xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi giştî 60 hezar û 400 kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, di çalakiyên li paytext Parîsê de nêzî 2 hezar û 900 kes cih girtin.
Piştî kuştina Lyhanna ya 11 salî, çalakî weke nîşandana hêrs û xemgîniyê hate lidarxistin.
Derbarê bersûcê cînayetê Jerome Barella berê jî gelek gilî hatibûn kirin ku yek ji van jî sûcdariya destdirêjiyê bû. Vê yekê di raya giştî de rexneyên li hemberî sîstema edaletê zêde kir.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ SÎSTEMA EDALETÊ
Xwepêşanderan diyar kir ku giliyên ji ber tundiya li hemberî jin û zarokan zêde nayên cidîgirtin û bang li saziyên dewletê kir ku berpirsyarî bigirin.
Piştî cînayeta Lyhanna, Serokwezîrê Fransayê ragihand ku ew ê hevdîtinên têkildarî pêşnûme qanûneke ji bo têkoşîna li dijî tundiya zayendî, bi lez bikin.
Hat ragihandin ku her wiha hikûmet wê ji bo nirxandina tedbîrên nû yên têkildarî parastina zarokan, di asta wezîran de civînan lidar bixe.
LI DIJÎ DEWLETÊ AMADEKARIYA DOZÊ
Li aliyê din, dayika mexdûrekê ku beriya niha ji ber destavêtina li zarokekê giliyê bersûc kiribû, diyar kir ku wê giliyê Wezîrê Dewlet û Edaletê Gérald Darmanin bike.
Konseya Darazê ya Bilind a Fransayê jî li ser zêdebûna rexneyên ji bo saziyên darazê, daxuyaniyek da. Konseyê ji ber bûyerê hedefgirtina hemû endamên darazê rexne kir û diyar kir ku dadger di bin şert û mercên zehmet de, wezîfe dimeşînin.