Li Frankfûrtê dewleta Îranê hat protestokirin
Kurdan li Frankfûrtê dewleta Îran protesto kirin û peyama “Wê têkoşîna kesên çewisandî, rizgariyê mîsoger bike” dan.
Kurdan li Frankfûrtê dewleta Îran protesto kirin û peyama “Wê têkoşîna kesên çewisandî, rizgariyê mîsoger bike” dan.
Kurdistaniyan li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê zext û êrîşên dewleta Îranê protesto kirin. Endamên KODAR, FCDK-KAWA û KJAR’ê li ber îstasyona trenê ya navenda Frankfûrtê hatin ba hev û heta Qada Haûptwacheyê meşiyan. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî hatin hildan û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
‘WÊ GEL BI XWE RIZGARIYÊ BÎNE’
Di daxuyaniya hevpar a hatî dayîn de wiha hate gotin:
“Ji Sanandajê heta Zahedanê, li her dera Îranê mirov di raperînê de ne. Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, Komara Îslamî da ber agir. Jin êdî ne tenê ji bo mafê xwe yê hilbijartina cil û bergan, ji bo azadî û wekheviyê jî têdikoşin! Dema ku her roj mafê wan ê jiyanî û azadiyê ji aliyê rejîma Îranê ve dihat binpêkirin, ev raperîn weke balyozekê li dilê rejîma Îranê ket. Ji sala 2019’an û vir ve, li dijî şert û mercên xebatê, hişkesaliyê, birçîtiyê û nelirêtiyê xwepêşandan û grevên girseyî hatin dubarekirin. Dîktatoriya Komara Îslamî li ser pergala kapîtalîzmê hatiye avakirin!
Elmanya hîna yek ji hevkarên bazirganiyê yê mezin ê Îranê ye. Em komek şoreşger û rêxistina entenasyonalîst in ku dizanin rizgarî wê tenê ji kesên hatin çewisandin were. Ne kral û ne jî hikûmeta federal wê vê yekê bide wan!”