Li Ewropayê çalakiyên bihabûna lêçûnên jiyanî

Li bajarên Elmanya, Fransa û Îtalyayê xwepêşandanên protestokirina bihabûna lêçûnên jiyanî hatin lidarxistin.

Li Parîsa paytexta Fransayê, bi hezaran kes tev li çalakiyên protestoyî yên li dijî zehmetbûna kirina debara xwe bûn.

Xwepêşanderên bi banga partiyên çepgir û sendîkayan daketin qadan, daxwaza zêdebûna destheqê xwe, bacdarkirina karê û avêtina gavên kêmkirina bandora enflasyonê dikin.

Li Elmanyayê jî zêdebûna bihayê enerjî û dexil û dan hat protestokirin. Komeke bi du sed kesan ku li ber ofîsa Serokwezîr Olaf Scholz hat ba hev, dirûşma “Alîkariya bi lez û bez ji bo xizanan“ berz kir û banga piştgiriya ji bo welatiyên xizan kir.

Li Romaya paytexta Îtalyayê, roja Şemiyê komek ji bo protestokirina bihayê gaz û ceyranê û bi daxwaza birîna ji fatûreyan, zêdekirina destheq û alîkariya civakî, li hev civiya. Xwepêşander Andrea Ilarî got: “Mirov bi rêya fatûreyan hîsa bihabûnê dikin. Bihabûn, ji bo qatên civakî yên xizan pirsgirêkeke cidî ye.“

Bi bandora şer, krîza dexil û dan û enflasyonê, li welatên bipêşketî yên Ewropayê jî metirsiya lihevketina civakî zêde dibe. Pispor hişyariya “serdema turbulansa mezin“ dikin. Aliyên siyasî jî li rêya çareseriyê digerin.