Li Dragûîgnanê bîranîna şehîdan
Şehîd Sara û Rûken ên li Mêrsînê çalakiya fedaî li dar xistin û Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê, li Navenda Civaka Kurd a Dragûîgnanê, bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Bi sedan kes, tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Sara û Şehîd Rûken ku çalakiya fedaî li Mêrsînê li dar xistin, hat nîşandan.
Di merasîma bîranînê de, behsa jiyana edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê bi sûîkastê hat qetilkirin jî hat kirin û soza girêdayîbûna bi têkoşînê re hat dayîn.
Bibîranîn, bi strana “3 jinên azad“ a Delîlayê bi dawî bû.