Li Cenevre û Aaraûyê şehîd hatin bibîranîn
Kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de di demên cuda şehîd bûn, li bajarên Cenevre û Aaraûyê yên Swîsreyê hatin bibîranîn.
Kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de di demên cuda şehîd bûn, li bajarên Cenevre û Aaraûyê yên Swîsreyê hatin bibîranîn.
Li bajarên Cenevre û Aaraûyê yên swîsreyê, ji bo şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd, merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.
CENEVRE
Di merasîma li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) hat lidarxistin de, di şexsê Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê hat qetilkirin, Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez) ên roja 26’ê Îlonê li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin, Evîn Rêber Andok (Rojda Şik) a 19’ê Îlonê li Geverê şehîd bû û Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk) ku 12’ê Tebaxê li Metînayê şehîd bû, şehîd hatin bibîranîn.
Xizm û malbatên Nagihan Akarsel û Rojda Şik di merasîmê de amade bûn. Merasîm ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Riza Çetînkaya axaftinek kir û qala girîngiya têkoşîna şehîdên azadiya Kurdistanê kir.
Li ser navê KCDK-E’yê Welat Bagok axivî û diyar kir ku şehadeta Hakî Karer ku bi ruhê Apoyî bû xala derketina PKK’yîbûnê, îro têkoşîn pir xurt kiriye û got: “PKK partiya şehîdan e. Dema hatî avakirin jî wisa bû. Îro jî wê wisan be, sibe jî wê wisan be. Heta ku Rêber Apo, Kurdistan û gelê Kurd azad dibe, wê têkoşîna me dewam bike.”
Siyasetmedar Alî Şîmşek jî di merasîmê de li ser navê malbatê axivî û got ku bi peymana Lozanê ya ku Kurdistan lê hatî 4 parçekirin, xaka Kurdan hatiye dagirkirin.
Şîmseş anî ziman ku îro tê xwestin ku destkeftiyên Kurdan ê bi têkoşîna 100 salan a li dijî dagirkeriyê hatî bidestxistin, bê tunekirin û wiha dewam kir: “Li 4 parçeyên Kurdistanê bi destê dewletên emperyalîst çekêm kîmyewî hat bikaranîn û li dijî dagirkeriya ku bi hemû çekên kîmyewî tê kirin, têkoşînek tê meşandin. Pêla serhildanê ya ku îro li Rojhilat bilind bûye, ji aliyê hemû gelên cîhanê ve bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xwedî lê hatiye derketin.”
Di merasîma bibîranînê de xizmên Nagihan Akarsel jî yek bi yek axivîn û her wiha sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hatî amadekirin, hat temaşekirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
ŞEHÎD ÇEKDAR CANFEDA MED Lİ AARAÛYÊ HAT BİBÎRANÎN
Ji bo Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk), Şevîn Çekdar (Şeyda Eren), Arîn Armanc (Mîzgîn Eren) û Sûphî Tolhildan (Yilmaz Beşalti yên 24’ê Îlona sala 2022’an li Metînayê şehîd bûn, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), li bajarê Aaraû yê Swîsreyê li Komeleya Kurd merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.
Merasîm, bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Destpêkê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mehmet Sûngûr axivî. Goksûngûr wiha got: ‘’Şehîd rûmeta me ne. Axavtina di pey şehîdan re, ne hêsan e. Wan, ji bo gelê xwe, ji bo Kurdistanê canê xwe daye. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdan ditewînim.’’ Goksûngûr, helbesta ‘’Ez Gerîla me’’ xwend.
Di bibîranînê de nameya bavê Çekdar Canfeda hat xwendin. Helbestên ji bo Çekdar hatine nivîsîn, hatin xwendin. Hevrêyê wî Enes Eser, behsa jiyana Çekdar Canfeda kir.
Herî dawî aktîvîstê TCŞ’ê Doga Serhildan axivî. Serhildan bal kişand ser kedkariya Çekdar Canfeda û got: ‘’Çekdar di biçûkatiya xwe de têkoşîn nas kir. Şehadeta apê wî Ferhat Botan ew bandor kir. Hat Ewropayê, lê dilê wî her li têkoşînê bû û tevî hemû qirêjiya pergalê dest ji têkoşînê berneda û berê xwe da çiyayên azadiyê.’’
Bibîranîn, piştî temaşekirina sînevîzyona li ser jiyana Çekdar Canfeda, bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.