Kurdên li Fransayê li dijî çekên kîmyewî dadikevin qadan
CDK-F û TJK-F‘yê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî banga lidarxistina çalakiyên bi lezgînî, kirin. Ji vê êvarê û pê ve, wê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
CDK-F û TJK-F‘yê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî banga lidarxistina çalakiyên bi lezgînî, kirin. Ji vê êvarê û pê ve, wê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî li dijî gerîla kirine, banga lidarxistina çalakiyan li Kurdên li Fransayê û dostên wan kir.
Di daxuyaniya bi sernavê Kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin de, ev tişt hatin diyarkirin:
“Şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan, bi rewşeke nû, li ber çavên cîhanê, bi bêperwayî, nehiqûqî û bibêwijdanî berdewam e. Dewleta Tirk a faşîst, bi bikaranîna gazên bijehrî, çekên nukleer ên taktîk û kîmyewî, hiqûqa şer û mirovahiyê binpê dike.
Bi dîmenên tirsnak ên ji herêmê tên, cardin xuya ye gaz û çekên kîmyewî tevahiya fizîkî û derûnî ya mirov xera bikin di êrîşên dagirkeriyê de tên bikaranîn. Ev tê wê wateyê ku çekên kîmyewî di bin kontrola NY û OPCW’ê de tên bikaranîn.
Dewleta Tirk a faşîst, bi serokatiya Erdoganê kîmyewî, ji bo xwe bi erzanî ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xelas bike çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk a faşîst ku van çekên kîmyewî û nukleer bi kar tîne, endama NY û Konseya Ewropayê ye û peymanên têkildarê nebikaranîna çekên qedexe îmze kirine.
Saziyên navên wan derbas dibin û îmze kirine hay ji sûcên bûne şirîk nîn in ya jî sûc di bin çavdêriya wan de tên kirin. Girtina çavên xwe ji ketina hewila tunekirina Kurdan re, nabe ku bê efûkirin.
Em CDK-F û TJK-F, ji bo 17 gerîlayên azadiyê ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin, ji bo teşhîrkirina bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û OPCW’ê banga lidarxistina çalakiyan bi rêyên demokratîk li her derê, dikin. Heta bidawîbûna tevgera qirkirina li dijî şervanên gelê Kurd û gelê Kurd, em banga tevgerînê li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin.“
Cih û demên çalakiyan:
Evry
Dîrok:18’ê Cotmehê
Saet: 19.00
Navnîşan: Ber Komeleya Evryê
*
Vîllîers-le-Bel
Dîrok: 18’ê Cotmehê
Saet: 19.00
Navnîşan: Îstgeha Vîllîers-le-Bel
*
Montpellîer
Dîrok: 18’ê Cotmehê
Saet: 19.00
Navnîşan: Place de la Comédie
*
Marsîlya:
Dîrok: 18’ê Cotmehê
Saet: 18.00
Navnîşan: Ber Buroya Marsîlyayê ya Parlamentoya Ewropayê
*
Bordeaûx
Dîrok: 19’ê Cotmeha 2022’yan
Saet: 18:00
Navnîşan: Gîte Le Theatre
*
Drancy
Dîrok:19 Ekim 2022
Saet: 18:00
Navnîşan: Ber Komeleya Kurd a Drancyê