Kurdan li Sydneyê êrîşên kîmyewî şermezar kirin
Kurd û dostên xwe yên li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê dijîn êrîşên kîmyewî yên li ser gerîlayan şermezar kirin.
Kurd û dostên xwe yên li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê dijîn êrîşên kîmyewî yên li ser gerîlayan şermezar kirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk li Qada Town Hallê hate organîzekirin.
Hevseroka NCDK’ê Gulê Ros di çalakiyê de axivî û bêdengiya Ewropa, Avûstralya û ya OPCW’ê şermezar kir. Ros diyar kir wê dewleta Tirk sûdê ji vê bêdengiyê bistîne û bi çekên kîmyewî qetlîamên komî bike.
Hevserokê NCDK’ê Îsmet Taştan jî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk da û bang li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku bila helwesteke xurt nîşan bidin.
Nivîskarê rojnameya Green Left Zeeklyê, Peter Boyle jî bang li hikumetên Avûstralya, DYE û Ewropayê kir û got “Dewleta Tirk li hemberî mirovayetiyê sûcê şer dike. Hêzên serwer çavê xwe ji van êrîşan re digirin.”
Boyle diyar kir bikaranîna çekên kîmyewî pirsgirêkeke neteweyî ye û bang li OPCW’ê kir ku bila sûcên dewleta Tirk têxe ber lêpirsînê.