Kurdan li ber avahiya KE‘yê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Li ser banga KCDK-E’yê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin ba hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest bi çalakiya rûniştinê ya 4 rojan kir.

Kurdistanî û dostên wan bi boneya protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) dest bi çalakiya rûniştinê ya 4 rojan kir. Gelek sazî tev li çalakiyê bûn û komek 100 kesî ku ji Swîsreyê dihatin, roja yekem a çalakiyê rûniştinê dewir girtin.

Hunermend û siyasetmedar jî di nava çalakgeran de hene. Çalakiya rûniştinê wê 4 rojan dewam bike. Her komek wê dosyayek a têkildarî armanc û daxwazên çalakiyê, radestî Konseya Ewropayê bike. Daxwazên sereke ev in; bi dawî kirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd, pêkanîna mafê hêviyê, bi dawî kirina zextên li girtîgehan zêde dibin û yên li ser HDP’yiyan û berdana girtiyên nexweş.

Şandeyek a endamên HDP’ê yên berê hatine hilbijartin; Ertûgrûl Kurkçu, Faysal Sariyildiz, Dîlek Ocalan û Nûrsel Aydogan di nav de, wê li Konseya Ewropayê tev li civînekê bibin.

Koma ku ji Swîsreyê hat, di saet 11.00’an de daxuyaniyek dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

KARDAŞ: KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ LI QADAN IN

Hevserokê CDK Îsmaîl Kardaş di dema daxuyaniyê de axivî û got: “9’ê Cotmehê ji bo Kurdan weke roja reş, di dîrokê de cih girt. Bi vê komployê hat xwesin ku di şexsê Rêbertiya me de têkoşîna Kurdan tune bikin, lê berovajî çêbû. Rêbertiya me bi sekin û paradîgmaya xwe bersiva pêwîst da vê komployê. Kurd li dijî vê tecrîda ku ev 24 sal in dewam dike, her roj li qadan in. Dema rojev dibe Kurd û Rêbertiya me, hemû cîhan kor, ker û lal dibe.”

GOKSUNGUR: KURD WÊ HER ROJ LI ÇALAKIYAN BIN

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî axivî û wiha got: “Em car din li ber KE û CPT’ê di çalakiyek din de ne. Pergala ku ev 24 sal in li dijî Rêber Ocalan dewam dike, her ku diçe girantir dibe. Komploya navneteweyî, veguheriye tecrîda navneteweyî. Heta ku ev tecrîd dewam bike, wê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn demokrasî pêk neyê. Ji ber ku dixwazin demokrasî pêk neyê, ev tecrîd dewam dike. Hevdîtinên parêzeran a bi Rêbertiya me re bi hincetên weke cezayê disîplînê tê astengkirin. CPT û KE bi bêdengiya xwe dibin hevkarê vê tecrîdê. Çima hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî ji bo her kesê heye, ji bo Rêber Apo nîne? Ev komployek e û em ê li dijî vê komployê li vir li hemberî bêdengiya endamên YE’yê û CPT’ê 4 rojan li vir bin. Kurd wê ji bo Rêbertiya xwe wê her roj li çalakiyan bin. Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê her roj li qadan bin.”

DÎCLE: PEYWÎREK MEZIN DIKEVE SER MILÊ KE’YÊ

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê û qetilkirina endama Akademiya Jineoloyê Nagihan Akarsel a 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê, şermezar kir û got: “Di serî de YNK divê Hikûmeta Hêrêmî vê bûyerê di demek kurt de, ronî bike. Em tundî û êşkenceya polîsan a li dijî Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk hat kirin, şermezar dikin. Bi hezaran kesên hatibûn hilbijartin li sirgûnê ne, ji bo dawî hatina van hemûyan pewyîrek mezin dikeve ser milê KE’yê. Divê çavê xwe li hemberî van pêkanînên dewleta Tirk negirin.”

Siyasetmedar Selîm Sadak jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike û got: “Me tiştên ku li Geverê li parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk hat kirin, dît. Yekane rê berxwedan e. Hevkarên van hemû tiştên tên kirin, Ewropaye.”

IRMAK: NIKARIN TÊKOŞÎNÊ ASTENG BIKIN

Piştre Selma Irmak jî axivî û got: “Dewleta Tirk li êrîşên xwe yên li dijî Kurdan dewam dike. Tevgera Jinên Kurd bi paradîgmaya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, têdikoşe. Guleya li dijî jina Kurd hat berdan, nikare têkoşînê asteng bike. Îro dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bûye.“

Ertûgrûl Kurkçu jî ev tişt gotin: “HDP hêviya jiyana hevpar a gelan e. Îro salvegera 10’ê Cotmehê ye. Çeteyên DAÎŞ’ê li dijî kesên aştiyê dixwazin, bê ku bibêje jin, ciwan, zarok û kal êrîşek pêk anî û zêdeyî 100 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Em dev ji têkoşînê bernedin. Pêşengê fikrê jiyana hevpar Birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdek giran tê meşandin. Konseya Ewropayê koçberan hincet nîşa dide û dengê xwe ji Tirkiyeyê re dernaxe. Ewropayê di dema Hîtler de jî heman tişt kir, lê destpêkê ew di bin faşîzmê de çewisîn.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştî ku parlamenter ji parlamentoyê derketin, bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat kirin.

Şandeyeya ku ji siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu, Hatîp Dîcle, Dîlek Ocalan, Selîm Sadak, Nîhat Aydogan, Lamî Ozgen, Faysal Sariyildiz û Selma Irmak pêk dihat, ji bo bi rayedarên KE’yê re hevdîtinê pêk bînin, ketin hundirê avahiya Parlamentoya KE’yê.