Kurd li Strasboûrgê ber bi avahiya CTP’ê ve meşiyan

Kurdistaniyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê hatin ba hev, ber bi avahiya CPT’ê ve meşiyan.

Çalakiya rûniştinê ya girseyî ya bi Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam kir.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-KAWA), pêkhateyên Federasyonên Gelên Kurdistanî (FED-GEL), nûnerên ji Tevgera Jinan a Başûrê Elmanyayê, hunermend Hozan Diyar û Denîz Deman di roja duduyan a çalakiyê de nobet dewir girt.

KONSEYA EWROPAYÊ Û CPT BI ERKA XWE RANABIN

Endamê KNK’ê siyasetmedar Tahîr Koçer ku di çalakiyê de axivî, wiha got: “Konseya Ewropayê û Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê (CPT) ji bo Rêbertiyê ku tevî hemû hewildanan sal û 7 meh in me hay jê çênabe, tiştekî nakin. Divê bi erka xwe rabibin. Gelê Kurd, 25 sal in ji bo Rêbertiya xwe daxwaza edaletê dike. Heta dengê me bigihîje Konseya Ewropayê û CPT’yê em ê biqîrin.

TJK-E: WÊ TÊKOŞÎNA ME DI HER WARÎ DE BERDEWAM BE

Helene Dersim a li ser navê Tevgera Jinên Azad a Ewropayê axivî, diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, qebûl nakin û 24 sal in ji wê boneyê li ber Konseya Ewropayê û CPT’yê diqîrin. Dersim, anî ziman ku ew ê li berxwedana xwe ya ji bo azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.

ÛCA: WÊ RAPORA TIRKIYEYÊ YA KONSEYA EWROPAYÊ BÊ EŞKEREKIRIN

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî wiha got: ‘’Mijareke giring a din jî ew e ku wê sibehê Konseya Ewropayê rapora xwe salane ya di der barê Tirkiyeyê de eşkere bike. Meclîsa Tirkiyeyê jî di bin binbariyên Konseya Ewropayê de ye. Em wek HDP ji ber van binbariyan li vir in. Em ê wek HDP sibehê bi CPT’yê û partiyên di Konseya Ewropayê de ne re hevdîtinan bikin. Em ê di van hevdîtinan de li ser rewşa giştî ya Tirkiyeyê û rewşa girtîgehan bisekinin.’’

Ûca, bertek nîşan da ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li hemû gelan tê kirin û got: ‘’Bi tecrîde re êşkence li girtiyan jî zêde dibe. Dewletên endamên Konseya Ewropayê xwe ker bikin hem Konseya Ewropayê hem jî CPT, ji êşkenceyê berpirs in. Lewma çalakiya li Strasboûrgê, pir giring e.’’

BER BI CPT’YÊ VE MEŞIYAN

Girse, piştî daxuyaniyê ji ber avahiya Konseya Ewropayê meşiya ber CPT’yê ve. Di meşê de bi diruşiman bêyî navber daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Çalakgeran her wiha, hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêpar ji ‘’mafê hêviyê’’ şermezar kir û daxwaza berdanê kir.

NOBET WÊ BI DORÊ BE

Roja Çarşemê wê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Komeleyên Elewiyan (FEDA), nûnerên saziyên Êzidiyan û hunermendên Tevgera Çanda Hunerê ya Kurd a Ewropayê (TEV-ÇAND), nobetê dewir bigirin.

Wê şandeyek jî hevdîtinê bi CPT’yê re bike. Roja Pêncşemê jî wê çalakiyeke bi girseyî be lidarxistin. Tê payîn ku ji Belçîka, Luksembûrg, Fransa, Hollanda û tevgerên ciwanan kes tev li çalakiyê bibin.