Konstantîn Gedîg li Kîelê hate bîranîn
Şervanê YPG’ê Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) li Kîelê hate bîranîn.
Şervanê YPG’ê Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) li Kîelê hate bîranîn.
Ji bo şervanê YPG’ê û şoreşgerê Elman Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar), li bajarê Kîel ê Elmanyayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ji aliyê Kurdistan Solidarität û Defend Kurdistanê ve hate organîzekirin. Malbata şehîd Andok, endamên rêxistiniyên; Jiyana Jin, Komeleya Elewiyan a Kîelê, MLKP, Kurdische Kulturschule, Die Linke, Kurdistanî û dostên wan ên Elman jî tevlî bîranînê bûn. Di bîranîna li Navenda Çandê ya Kîelê de li ser jiyana Andok sînevîzyoneke kurt hate temaşekirin.
Piştre sînevîzyona ku ji aliyê jinên enternesyonalîst ên YPJ’ê ve hatibû amedekirin hate nîşandan.
‘EM BI KURÊ XWE SERBILIND IN’
Malbata Şehîd Andok û parêzerên wan, parêzer Axel Hoffman bal bal kişandin ser şerê li Kurdistanê û qetilkirina sivîlan.
Dayika Şehîd Andok diyar kir ku wê dîtiye ku zarokê wê ji bo azadiya Kurdistanê gelek bi biryar in û anî ziman ku bi kurê xwe serbilind e.
Helbesta ku ji aliyê endama Partiya Çep a Elman Die Linke Ayşe Fehîmlî ve ji bo şehîd Andok hatibû nivîsandin, bi zimanê Kurdî û Elmanî hate xwendin.
Di heman demê de dîmena bi deng ku ji aliyê fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah ve ji bo Şehîd Andok û malbata wî hatibû amedekirin, hate guhdarkirin.
Enternasyonalîst Felîx ku ji Hambûrgê tevlî çalakiyê bû, diyar kir ku li Rojava li gel şehîd Andok maye û ruhê hevaltiyê ya Şehîd Andok vegot.
Mamosteya dibîstana seretayî ya Şehîd Andok Îlona Bischof jî qala bîranînên zarokatiya Konstantîn kir û diyar kir ku dema çûye Rojava kêfxweşiya xwe bi wê re parvekiriye.
Endamê Die Linke Gösta Beutin jî axivî û destnîşan kir ku li Rojava şerekî bêhiqûqî tê meşandin û bi bîr xist ku dewletên Rojavayê jî piştevanên herî mezin ya vê bêhiqûqî ye.
Merasîma bîranînê bi strana Çav Bella bi dawî bû.