KONGRA-GEL serdana Xoşnav Ata kir

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal serdana Xoşnav Ata kir. Xoşnav Ata 71 roj in li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber OPCW’ê di nobetê de ye.

Xoşnav Ata ê ku di êrîşên çekên kimyewî a dewleta Tirk de biraziyên wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata şehîd bûbûn, zêdeyî du meh in li ber avahiya Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haag ê Holandayê çalakiya nobetê didomîne. Xoşnav Ata bi çalakiya xwe dixwaze, OPCW li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kimyewî erkên xwe bîne cih û lêpirsînê bide destpêkirin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di roja 71’emîn çû serdana çalakiya nobetê.

Kartal di dema serdana xwe de piştgirî da çalakiya Ata û got: “Em qebûl nakin dewleta Tirk li dijî gelê me terorê bike.”

Kartal diyar kir ku dewleta Tirk hebûn, nasname, ziman, çand û nasnameya gelê Kurd qebûl nake û hewl dide berxwedana gelê Kurd bitepisîne.

Kartal bi bîr xist ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kimyewî bi kar tîne û destnîşan kir ku gelek heyetan xwestine li herêmê lêkolînê bikin, lê ji aliyê PDK’ê ve hatine astengkirin.

Kartal çalakiya Ata silav kir û wiha got: “Dilê me bi we re ye û em ê heta dawî li gel we bin.”

Xoşnav Ata jî bi bîr xist ku 71 roj in di çalakiya nobetê de ye û wiha berdewam kir: “Kurd li her derê cîhanê ji bo edaletê têdikoşin. Em jî li vê derê li edaletê digerin.”

Ata bertek nîşanî astengiyên li hemberê têkoşîna edaletê da û wiha anî ziman: “Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Rêberekî mîna Abdullah Ocalan heye. Gerîlayên ku bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî xwe rêxsitin dikin, wê bi xwe re serketinê bînin. Dijminên me ji xeynî serketinê tu rêyên din nehiştine.”