KON-MED'ê ji bo Yadê Samiye Dogan peyama sersaxiyê weşand

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo Yadê Samiye Dogan sersaxî xwest, ku 2'ê Cotmehê li bajarê Durenê koça dawî kir.

Di peyama Hevserokatiya KON-MED'ê de hate gotin, "Yadê Samiye Dogan li Elmanyayê bi welatpaêzî, sekn û têkoşîna xwe dihate naskirin. Lewma koça wê ya dawî ji bo me cihê xemgîniyê bû."

Bi peyamê de bi dewamî hate gotin, "Yadê Samiye Dogan ku jineke welatparêz, serhildêr û cihê hurmetê bû, heta ku bi nexweşiyeke giran bikeve tevlî gelek çalakiyên li Ewropayê bû. Di grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, nobedên azadiyê, civînên bîranînê de li her derê li pêş bû.

Yadê Samiye ku keçên wê Gulçîn Dogan û Rahîme Dogan li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bû, yek ji remzên welatparêziya Kurdistanê bû.

Yadê Samiye Dogan bi berxwedêriya xwe bû hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê ji derdora xwe re. Bi keda xwe bû nîşaneyeke welatparêziya li Ewropayê.

Yadê Samiye Dogan 2'ê Cotmeha 2022'an li bajarê Duren ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li Kurdistanê di 6'ê Cotmeha 2022'an de hate veşartin.

Bi navê KON-MED'ê em wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bila serê malbata wê û tevahiya gelê me sax be. Em soz didin ku di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wê derkevin."