Koma Belçîkayê ‘Nobeta Azadiyê’ ya li Strasboûrgê dewir girt

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, li qada ku saziyên Ewropayê lê ne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyê 10 salan e ku dest bi nobetê hatiye kirin û nobet berdewam e.

Komeke ku ji Belçîkayê hat vê hefteyê nobeta li ber Konseya Ewropayê dewir girt.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Belçîkayê Torî Rojhat ê li ser navê komê axivî, wiha got: ‘’24 sal in Rêberê me bi êşkence û tecrîd li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Li ser navê Kurdên li Belçîkayê, ji bo girtina nobetê ji bo azadiya Rêber Apo em hatin Strasboûrgê.’’ 

Rojhat, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku çalakiya wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi bîr xist ku çalakî zêdeyê 10 salan e berdewam e û wiha got: Pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke xedar û dîrokî ye.’’

Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji bo azadiya bi fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi nobetê kir. Ev çalakî, wek çalakî herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê tê zanîn.