KCDK-E'yê li dijî sûcên şer banga ji bo çalakiyan kir

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî li hemberî gerîla dike, banga ji bo çalakiyan kir.

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a dagirker li Werxelê ya li Avaşînê bi çekên kîmyewî komkujiyê dike."

KCDK-E'yê ragihand ku ev sûc li pêş çavên cîhanê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Çekên kîmyewî yên li hemberî gerîlayên azadiyê hatin bikaranîn sîstema sinir û bêhnstandinê ditevizîne û mirovan bêhiş dixe.

Dewleta Tirk a faşîst li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike û hovîtiyê dike.

Ev yek hovîtiyeke li dijî mirovahiyê ye ku kes nikare qebûl bike û ji bo bi lez bê teşhîrkirin, em bang li gelê xwe, her kesên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û xwe mirov dibîne dikin, ku helwestê nîşan bidin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye bi lez çalakiyan bikin. Ji bo rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî jî OPCW û saziyên navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe rabin, em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin pêşiya van saziyan û helwestê nîşan bidin.

Ji bo rûyê qirker û kujer ê dewleta Tirk bê teşhîrkirin, em bang li her kesî dikin ku bi lezgînî çalakiyan bikin."