KCDK-E’yê ji bo Yadê Samiye peyama sersaxiyê da

Hevserokên KCDK-E’yê bi peyamekê Yadê Samiye Dogan bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî da malbatê.

KCDK-E’yê ji bo bibîranîna Yadê Samiye Dogan daxuyaniyek da û sersaxî da xizmên wê.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Di xebatên jinan ên Ewropayê de û li her qada têkoşînê, bi awayekê bi fedakarî cihê xwe girt û koça dawîn kir. Tevî nexweşiya xwe jî heta rojên xwe yên dawiyê, di her çalakiya têkoşîna azadiyê de bi awayekê bi biryardarî cih girt û xwedî lê derket.

Me, Yadê Samiye Dogan, di meş, çalakî, nobet, greva birçîbûnê, civîn yan jî her merasîma ku pêdivî bi fedakariyê hebû de, dît. Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî timî li vê helwesta xwe dewam kir.

Di heman demê de, dayika Gulçîn û Rahîme bû ku ji bo têkoşîna azadiyê şehîd bûn. Dayika Yadê helwesteke bi biryar bû.

Em KCDK-E, wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wê, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”