KCDK-E: Ji komkujiya li Bartinê AKP-MHP berpirsyar e

KCDK-E'yê anî ziman ku ji komkujiya li Bartinê ya ku 41 karker hatin kuştin, desthilatdariya AKP-MHP'ê berpirsyar e.

KCDK-E'yê têkildarî mirina 41 karkeran a li navçeya Amasra ya Martinê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî rejîma AKP-MHP'ê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 14'ê Cotmehê li navçeya Amasra ya Bartinê di teqînê de ya li kana komirê, li gorî daxuyaniyên fermî 41 kedkaran jiyana xwe ji dest dan. 41 kedkar ji ber polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku kedkaran ji nedîtî ve tê, jiyana xwe ji dest dan.

Mîna komkujiya karkeran a li madenê ya Somayê, ev jî wê weke kuştinekê derbasî nava dîrokê bibe. Tevî işaret bi zêdebûna rîska teqîna grîzû hate kirin jî nêzîkatiyeke xemsarî hate nîşandan û bingeh ji vê komkujiyê re hate amadekirin.

Kargeha Komira Kevir a Amasrayê ku li hemberî teqîn û şewatê ti tedbîr negirt, bi destê dewletê kedkar şand mirinê.

Komkujiya li Amasra ya Bartinê careke din nîşan da ku karker û kedkar ne xema desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye û komkujiyan ji nedîtî ve tên.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku piştî komkujiyê rondikên derewîn barand, ji mirina 41 kedkarên madenê berpirsyar e."