KCDK-E: Bêdengiya xwe xirab bikin!

KCDK-E’yê ji Dîrektorê Giştî yê OPCW’ê Fernando Arîas re nameyek şand û ev tişt got: “Bêdengiya xwe xirab bikin û bikaranîna çekên kîmyawî yên Tirkiyeyê bidin rawestandin!”

Kongeya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) re nameyek şand, di nameyê de bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk hat bibîrxistin.

KCDK-E’yê di nameya xwe de bi bîr xist ku ev du sal e dewleta Tirk di axa Başûrê Kurdistanê de li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyawî bi kar tîne û ev tişt got: “Berî demek nêz me raporek derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de amade kiribû û me ev rapor ji Hekîmên Navneteweyî yên Pêşî li Şerên Nukleerî Digirin (IPPNW) û Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) re şandibû. Di vê raporê de bi zelalî hatibû eşkerekirin ku ev di bin berpirsyariya Dîrektorê Giştî yê OPCW’ê de ye. Bi vê ve girêdayî, Dîrektorê Giştî û welatên endamên OPCW’ê ne, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên di serweriya Serfermandarê Giştî yê Tirk Hulusî Akar de li dijî Kurdan tên bikaranîn, bêdeng in. Bi vê bêdengiya xwe çavên xwe ji sûcên şer ên rejîma Erdogan re digirin û van êrîşan rewa dikin.”

DIVÊ OPCW BIKEVE TEVGERÊ

Di nameye de hat gotin ku peywira OPCW’ê ew e, bikaranîna çekên kîmyawî ji holê rake û ev bang hat kirin: “Di serê vê salê de OPCW’ê, di 35’emîn salvegera trajediya Serdeştê ya Îranê ya di sala 1987’an de qewimî bû, danezanek parve kiribû. Di vê danezanê de komkujiya bi çekên kîmyawî ya li dijî Kurdan hatibû bibîrxistin û xwestibû ku êrişeke wiha careke din pêk neye. Deh salan piştî vê êrîşa hovane OPCW hat avakirin û îro 193 welat Peymana Çekên Kîmyawî digirin ser xwe. Berpirsên bikaranîna çekên kîmyawî kî dibe bila bibe, heke ew endamên NATO’yê jî bin, divê li dijî wan bikeve tevgerê û xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve.”

Di dewama nameyê de hat bibîrxistin ku OPCW’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên li Guta û Duma yên Sûriyeyê heyetek şandiye û ev nirxandin hat kirin: “Divê sûcên şer bên rawestandin û li gorî peymanên naveteweyî tevgerînek pêk bê. Divê di warê mafê mirovan de li gorî berjewendiyên siyasî tevgerîn çê nebe. Divê OPCW û IPPNW guh bidin bandên gelê Kurd û çavên xwe ji bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk re negrin. Divê OPCW di serî de li Tirkiyeyê li ser bikaranîna çekên kîmyawî raweste û demil dest van êrişan şermezar bike.”

Her wiha bang li her kesî hat kirin ku bi rêya maîlê, nameyan ji OPCW’ê re bên şandin û ji bo êrîşên ku bi çekên kîmyawî tên kirin ji bolê bên rakirin.

Agahiyên maîlên ji bo OPCW’ê wiha ne:

“His Excellency Ambassador Fernando Arias. Director-General of the Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons (OPCW)“