Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrîş û lîstikên li dijî Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li gel êrîşên li ser Şengalê dema dawî li parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat li dijî civaka Êzidî stratejiyeke parçe bike-bi rê ve bibe tê meşandin.
Koordînasyonê diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê hewl tê dayin, civaka Êzidî ji cewhera xwe ya welatpaêziyê bê dûrxistin û got, "Di vê mijarê de hin lawaziyên hundirîn û derve têne bikaranîn. Bi taybetî pirsgirêkên têkildarî gundên Êzidiyan têne sorkirin û hewl tê dayin rant bê bidestxistin, serwerî li ser civakê bê kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka Êzidî ji warê xwe dûr jî ketibin, berê xwe timî li xaka xwe ye û wê heta dawî bi îrade û rêxistiniya xwe xwedî li nasname û baweriya xwe derkevin, wê ji bo jiyaneke hevpar, azad û wekhev timî têbikoşin.
Koordînasyonê di vê çarçoveyê de hişyarî da her alî û bang kir ku dest ji kar û kiryarên xwe yên neyînî, hilweşîner berdin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Civaka Êzidî ya bi rûmet, azadîxwaz û berxwedêr wê paşeroj û rêxistiniya xwe radestî feraseta faşîst, siyaseta hegemonîk û rantxuran neke, serî netewîne. Serketin wê ya têkoşerên ji bo azadiyê be."