Hefteya 540'î ya çalakiya nobedê bi koma ji Heîlbronnê dewam dike
Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 540'î de bi koma ji Heîlbronnê dewam dike.
Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 540'î de bi koma ji Heîlbronnê dewam dike.
Koma ji Huseyîn Genç, Nadîle Çelîk, Hediye Şemrag û Muslum Ozkan, bi daxuyaniyekê bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî dike.
Berdevkê komê Huseyîn Genç diyar kir ku Yekîtiya Ewropa û saziyên pêwendîdar van komkujiyan ji nedîtî ve tên û got, "Em qetilkirina 17 gerîlayan şermezar dikin. Bang li saziyên navneteweyî dikin û tavilê heyetekê bişînin û li cih lêkolînê bikin."