Fransa li ber teqîna civakî ye

Li Fransayê grev û çalakiyên ku bi nêzîkbûna zivistanê re zêde bûn, weke hişyariyeke mezin li hemberî hikumetê têne şîrovekirin.

Li şîrketa mezin a petrolê Total Energies, sê hefte ne grevek heye ku beriya niha nehatibû dîtin.

Karker dixwazin mûçeyên wan bêne zêdekirin. Nûnerên Konfederasyona Kar a Giştî (CGT) biryar dan ku grev roja Çarşemê jî dewam dike. CGT ragihand ku di civînên meclîsa giştî de wê li ser dewamiya grevê biryarên nû bêne dayin.

Bi grevê re pirsgirêkên cidî yên sotemeniyê li welêt destpê kirin. Hikumetê ji bo astengkirina grevê zordarî kir û dest danî ser gelek parzûngehan.

Hikumetê ji ber pirsgirêka sotemeniyê ya li hin stasyonoên benzînê, ji bo ajokaran heta nava meha Mijdarê bi 30 sentî buhayê sotemeniyê kêm kir. Di nava Cotmehê de jî bi 20 sentî kêm kiribû. Bi vî rengî wê heta Mijdarê bi giştî bi 50 sentî buhayê sotemeniyê kêm kiribe.

Greva li parzûngehên Total Energies, piştre li gelek sektorên din jî belav bû. Ji tenduristiyê heta bi perwerde û veguhastina giştî di 18'ê Cotmehê de greva giştî pêk hat û bi deh hezaran kes daketin qadan.

Li gorî sendîkaya CGT li tevahiya welêt 300 hezar kes, li gorî Wezareta Karên Hundir jî 107 hezar kes daketin qadan. Çalakî li zêdeyî 150 cihî hatin lidarxistin. Grev û çalakî ji aliyê CGT, FO, Solidaires û FSU, her wiha rêxistinên ciwanan FIDL, MNL, UNEF û Vie lycéenn ve hatin lidarxistin.

Meşa li Parîsê li gorî CGT bi beşdariya zêdeyî 70 hezar kesî hate lidarxistin. Li hin deverên Parîsê di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de şer qewimî. 11 kes hatin destgîrkirin. Li lîseyan jî rêjeya tevlîbûna li grevê ji sedî 23 bû.

Ev grevên mezin ên beriya zivistanê weke hişyariyeke mezin li hemberî hikumetê têne şîrovekirin.