Endamên Sendîkaya CNT30’ê ji bo Jîna Emînî çalakî lidar xistin
Li bajarê Nîmes ê Fransayê, komek endamên sendîkaya CNT30’ê ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, çalakî lidar xistin.
Li bajarê Nîmes ê Fransayê, komek endamên sendîkaya CNT30’ê ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, çalakî lidar xistin.
Çalakiya endamên sendîkayayê li ber îstasyona trenê ya Nîmesê destpê kir. Li vir di daxuyaniya hat dayîn de, peyamên pişgiriyê yên ji bo serhildana li Îran û Rojhilatê, hatin dayîn. Di çalakiyê de têkildarî têkoşîna bi pêşengiya jinan a li Rojhilat û Îranê, belavok hatin belavkirin.
Piştre endamên sendîkayayê bi sirûdan, çalakiya xwe bi dawî kirin.