Elmanya li polîtîkaya sûcdarkirina Kurdan dewam dike

Doza têkildarê rêveberên 5 komeleyên Kurdan hat dîtin. Şandeya Dadgeha Stûttgartê, li xwe mikur hat ku komeleyên Kurd tu sûc nekirine lê di derbarê rêveberan de ketiye hewila çêkirina sûcan.

Elmanya, li polîtîkaya xwe ya krîmînalîzasyonê ya li hemberî Kurdan dewam dike. Zextan li komeleyên yasayî û xebatkarên wan dike û rê li ber vekirina dozan li wan dike. Xala 129b ya Qanûnê Cezayê yê Elman mîna Şûrê Demokles li ber Kurdan e ku bi rêyên demokratîk siyasetê dikin.

27’ê Mijdara sala 2019’an li bajarê Heîlbronn bi ser avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û bi ser malên rêveberên navendê de hat girtin. Nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîkayê Hevserokê Federasyonên Gelên Kurdistanî (FED-GEL) jî di nav de li 5 rêveberan doz hat vekirin. Rûniştina sêyemîn a dozê 10’ê Cotmehê li Stûttgartê hat dîtin.

NÛÇE WEK SÛC HATIN DÎTIN

Di îdianameyê hildana alên PKK’ê û KCK’ê di şahiyên pîrozbahiyên ji bo piştevaniya bi Rojava re yên salên 2016-2017’an de wek sûc hat dîtin. Her wiha hat îdiakirin ku di girtina bi ser DKTM’ê ya 7’ê Hezîran û 22’yê Cotmeha sala 2018’an de al û materyalên qedexe hatine dîtin. Di girtina bi ser malê de dest dane ser arşîva bi 10 salan a Ozturk. Roportaj û wêne û vîdyoyên Ozturk ên ji bo çêkirina nûçeyan wek sûc ketin nav îdianameyê. Lê şandeya dadgehê ji vekolîna ku kir negihîşt tu encamê.

Di rûniştinê de li sê polîsên girtine bi ser malan de jî wek şahid hat guhdarîkirin. Parêzeran ji polîsan pirsî, got: “We sedema girtina bi ser malan de ji miwekîlên me re xwend? We ji wan re got ku dikarin mafê xwe yê neaxavtinê û bang kirina li parêzerê xwe bi kar bînin.“

Ji polîsan yek jê got: “Nayê bîra min.“ Parêzeran her wiha destnîşan kir ku tu materyalên di malên miwekîlên wan de hatine ne sûc in, tiştên hatine kirin nehiqûqî ne. Parêzeran îşaret bi wê yekê kir ku gava girtina bi ser malan de parêzer ne amade bûne û mafên wan ên yasayî ji wan re nehatiye xwendin, lewma delîlên tên pêşkêşkirin jî ne yasayî ne û daxwaznameya îtîrazê pêşkêşê dadgehê kir.

DOZ TALOQÊ 21’Ê COTMEHÊ HAT KIRIN

Parêzeran, pirsa “Têkildarê kirina sûcekî ya komeleyeke Kurd, we tu delîl heye“ kir. Şandeya dadgehê bersiva “di destên me de tu delîleke wiha nîn e“ da û rûniştin taloqê 21’ê Cotmehê kir.

DEV JI SÛCDARKIRINÊ BERDIN!

Di axavtinên li ber dadgehê hatin kirin de daxwaza berdana dev ji polîtîkaya sûcdar kirina Kurdan hat kirin. Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku li dadgehê di şexsê kesên tên darizandin de li dijî komeleyan polîtîkayên zextê tên pêkanîn û wiha got: “Em vê polîtîkaya zextê qebûl nakin.“