Ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji Adara 2021'ê û vir ve agahî jê nayê girtin, Partiya Çep mijar xist rojeva Meclîsa Elman a Federal.
Di pêşnûme pirsa Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût de ji hikumeta federal a bi serokwezîrtiya Olaf Scholz hate pirsîn ku li ser rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan xwedî agahîne yan na, her wiha banga hiqûqnasên Ewropî ya ji bo serdana CPT a li Îmraliyê hate pirsîn.
'TÊKILDARÎ REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ EM XWEDÎ AGAHÎ NÎNIN'
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Andreas Michaelis bi navê Hikumeta Federal bersiv da pêşnûme pirsê û got, "Li ser rewşa tenduristiyê ya damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ê girtî li ber destê hikumeta me ti agahî nîne."
Di vê bersiva kurt de ku gihîşt ANF'ê, hate ragihandin ku CPT a ku nûnerê Elmanyayê jî di nav de heye, muxatabê mijarê ye.
Parlamentera Partiay Çep Akbûlût jî li ser bersivê daxuyaniyek da û helwesta hikumeta Scholz a têkildarî Îmraliyê bi tundî rexne kir. Akbûlût bi bîr xist ku piştî li Elmanyayê hikumet hate guhertin, muxalîfên li Tirkiyeyê li benda piştgiriyeke xurtir bûn, lê belê hêviya wan şikest û got, "Xuya ye Hikumeta Elman a Federal li şûna binpêkirina mafên mirovan ên li qada navneteweyî bala xwe li ser berjewendiyên jeopolîtîk e."
Gokay Akbûlût anî ziman ku wê serî li nûnerê Elmanyayê yê li CPT Dr. Gunda Wossner bide û got, "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê qebûlkirin." Akbûlût destnîşan kir ku divê CPT mijara ku ji Tirkiyeyê xwestibû sererast bike, lêkolîn bike ku bi cih aniye yan na.
Parlamentera Partiya Çep Akbûlût bi bîr xist ku Hikumeta Federal a beriya niha di sala 2019'an de piştgirî dabû daxwazên CPT ên têkildarî Îmraliyê û got, "Lê belê hikumeta heyî rewşa girtiyên li Îmraliyê ji nedîtî ve tê."