‘Divê berxwedana gerîla û jinan bê mezinkirin’
Di pêşengtiya sazî û partiyên Kurdistanî de gel li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê deketin qadan û reşîma faşîst a Îranê şermezarkirin. Çalakvanan êrîşên çekên kîmyawî yên dewleta Tirk jî lanet kirin.
Di pêşengtiya sazî û partiyên Kurdistanî de gel li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê deketin qadan û reşîma faşîst a Îranê şermezarkirin. Çalakvanan êrîşên çekên kîmyawî yên dewleta Tirk jî lanet kirin.
Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn, îro dîsa ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê derketin qadan û rejîma dîktator a Îranê şermezar kirin. Çalakiya di pêşengtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (NCDK) û Rêxistina Kurdistanî a Hizba Kominîst a Îranê (KOMELE) û Rêxistinên Çep û Şoreşê ve hat amadekirin de, banga xwedî derketina serhildanê û têkoşîna jinan hat kirin.
Mitînga ku li navenda paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hat lidarxistin de, dostên gelê Kurd û gelên fînlandî jî cihê xwe têde girtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin û êrîşên rejîma dîktator a Îranê hatin şermezarkirin.
Çalakvanan berxwedana gerîlayên Kurdistanê jî silav kirin û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û bikaranîna çekên kîmyawî lanet kirin. Çalakvanan diyar kirin ku dewletên navneteweyî li dijî bi karanîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk wekî her gavê bêdeng in, ev politikaya hêzên navneteweyî wekî perçeyekê vî sûcê mirovahiyê pênase kirin.
Çalakvanan di dawiya çalakiya xwe de bang li her çar perçeyê Kurdistanê kirin ku li her derê xwedî li gerîlayên azadiya Kurdistanê derkevin û têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bilind bikin.