Dewletên Tirk û Elmanyayê li Saarbruckenê hatin şermezarkirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û zextên dewleta Elmanyayê yên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin.

Li Saarbruckenê ku doh avêtin ser malên hin welatparêzên Kurd û komeleyê, êvarê meşeke mezin hate lidarxistin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Saarlandê, saziyên Elman, Seebrucke Saar, Antîfa, Partiya Komunîst a Elman (DKP), Lînks Jûgend, Antîfasîcht Chulerînen Kolektîv û Conekt Saar, gelek Kurd tevî dostên xwe yên Elman li ber Navenda Civaka Kurd a Saarlandê li hev civiyan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, girseya gel li nava kolanên qelebalix ên navenda Saarbruckenê meşiya. Di meşê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û polîtîkaya dewleta Elman ên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana gerîla", "PKK li ku ye? PKK li vir e" hatin qîrîn.

Çalakgeran piştî meşê li qada Marx Ophîlsê mîtîngek lidar xistin.

Bi navê Navenda Civaka Kurd a Saarlandê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku komeleya wan ji sala 1978'an ve kar dike, lê belê ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike û çavê Kurdan bitirsîne avêtin ser komeleyê, lê ev hewldan wê Kurdan têk nebe.

Saziyên Elman jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan dan.

Çalakgeran komkujiya ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li hemberî gerîla kir, şermezar kirin.