Dewleta Îranê li Brukselê hate protestokirin

Li paytexta Belçîka Brukselê, bi tevlîbûna hezaran kesan Komara Îslamî ya Îranê bi meşekî hate protestokirin.

Meş ji aliyê rêxistinên Kurd û Îranî ve hate organîzekirin. Di meşê de posterên Jîna Emînî, pankartên ‘Jin jiyan azadî’ hate hilgirtin û bênavber dirûşme hatin berzkirin.

Xwepêşandana protestoyî li Tronêyê dest pê kir. Jinên ji Belçikayê û komên mûxalîf jî piştgirî dan çalakiyê.

Meş qasî 3 km berwedam kir û li qada Schûman a li pêşiya Komîsyona Ewropayê bi dawî bû.

Di axaftinên li pêşiya Komîsyonê de dewleta Îran hate şermezarkirin û daxwaza welatekî ku jin, nasnameyên cuda û gel bi hevre bi rengekî azad bijîn hate xwestin.

Di axaftinan de diyar kirin ku dewleta Îranê di serî de Kurd û Azerî, dijminê hemû pêkhateyên gel e û li dijî Îranê ji hêzên Ewropayê piştgiriyê xwestin. 

Her wiha di çalakiyê de wêneyên Edîtora Kovara Jînelojiyê Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, hatin hilgirtin.