Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşin
Ciwanên Kurd li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
Ciwanên Kurd li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
Li Yewnanistanê, Meşa Dirêj a ciwanan ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê doh destpê kir, di roja duyemîn de li navçeya Pallînî ya Atînayê dewam dike.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma "Azadî ji Rêber Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" tê lidarxistin. Ciwan di meşê de bi dirûşman hêzên komploger şermezar dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Li deverên ku meşvan jê derbas dibin, şêniyên herêmê bi çepik, nîşaneya serketinê û bi lêdana li qorneya wesayitan piştgiriyê didin çalakgeran.
Piştî meşê wê li qada Akademîa ya li navenda Atînayê mîtîngek bê lidarxistin.
Piştî mîtîngê Kurd wê tevî dostên xwe saet di 15:00 de ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Atînayê bimeşin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.