Akarsel li bajarên Ewropayê hat bibîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarên welatên Ewropayê hat bibîranîn.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarên welatên Ewropayê hat bibîranîn.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Kantona Bernê ya Swîsreyê, li payitextê Elmanya Berlîn û bajarê Frankfûrtê hat bibîranîn.
BERN
Li Kantona Bernê ya Swîsreyê ji bo endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma li Komeleya Çanda Kurd a Bernê hat lidarxistin de, li eywanê wêneyên Nagihan Akarselê hatin daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Nagîhan Akarselê, Berdevka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya axivî.
Çetînkaya anî ziman ku xwestine li Bern Bahnhofê bernameya bîranînê li dar bixin lê polîsan destûr neda û got: “Me xwest dema ku cenazeyê hevrê Nagîhan Akarselê ber bi warê wê ve hat rêkirin, wê bi bîr bînin. Akarsel rojnamevan û xebatkarek a Jineolojiyê bû. Lê hişmendiya mêrserwer ew qetil kir. Dewletên mêrserwer her tim li Rojhilata Navîn jinan hedef digre. Lê civak bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li dijî vê yekê têdikoşe.”
Piştre siyasetmedarê Kurd Bûrhan Karakoç axivî û diyar kir ku ev êrîşên dewleta Tirk parçeyek ji konsepta îmhayê ye. Karakoç anî ziman ku jinên Kurd bi taybet di civaka xwe de pêşengiya cîhanê dikin û got ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê dixwaze têkoşîna Kurdan rawestîne. Karakoç daxuyaniyên Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bi bîr xist û diyar kir ku ev yek îtîrafek e.
Piştî axaftinan find hatin vêxistin.
FRANKFÛRT
Jinên ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hatin ba hev, ji bo Nagîhan Akarsel deqeyek rêz girtin. Jinan li ser rêya Haûptwacheyê ku yek ji rêyên herî qelebalix a Frankfûrtê ye, find vêxistin û çalakiya protestoyî ya 15 deqeyan li dar xistin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
BERLÎN
Meclîsa Jinan a Destan û komên femînîst ên li paytexta Elmanya Berlînê xebatên xwe dimeşînin, qetilkirina Nagihan Akarsel protesto kirin. Jin di saet 18.00’an de li ber bîrdariya şewitandina pirtûkan a li Babelplatzê hatin ba hev, ji bo Nagihanê find vêxistin û deqeyek rêz girtin.
Jinan anî ziman ku cihê çalakiyê bi taybet hilbijartine û gotin: “ Çawa ku Elmanyaya Nazî dixwest bi şewitandina pirtûkên hilberîner, muxalif û kesên cuda difikirin bitirsîne, dewleta Tirk a faşîst îro jî bi heman fikrê li hemberî jinên Kurd tevdigere.”
BREMEN
Li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Bremena Elmanyayê jî ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel find vêxistin. Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef a ku beriya 3 salan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, Jîna Emînî ya li Tehranê hat qetilkirin û Nagîhan Akarselê deqeyek rêz hat girtin.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.