Şehîd Sara, Rûken û Canfeda li Lavrîonê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li kampa Lavrîon a Yewnanistanê ne, Sara û Rûken ên li çalakiya fedaiyane ya li Mêrsînê li dar xistin û Canfeda Çekda Med ê 12’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li kampa Lavrîon a Yewnanistanê ne, Sara û Rûken ên li çalakiya fedaiyane ya li Mêrsînê li dar xistin û Canfeda Çekda Med ê 12’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anîn. Bibîranîn, bi deqeyekê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Aktîvîstê TCŞ’ê Welat Mêrdîn, li ser jiyana Canfeda Çekdar Med axivî û anî ziman ku ew ê girêdayê bibîranînên wî bin.

Rûken a şêniyeke kampê, helbesta ku Canfeda Amed nivîsî xwend.

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.