Şehîd Çekdar Canfeda Med li Parîsê hat bîranîn
Di şexsê Çekdar Canfeda Med de şehîdên Şoreşa Kurdistanê, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Di şexsê Çekdar Canfeda Med de şehîdên Şoreşa Kurdistanê, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê, roja yekşemê li Navenda Civaka Kurd bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk), Mazlûm Serhat (Mazlûm Dogan Kizil), Aydin Amanos (Îsmaîl Erbay) û Bedreddîn Amanos (Îbrahîm Şengul) yên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi merasîmekê hatin bîranîn.
Bi sedan kes tevlî bîranînê bûn û çalakiya fedaiyane ya Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku li Mêrsînê lidarxistibûn, silav kirin.
Di axaftinên bîranînê de soza girêdanbûna têkoşînê hat dayîn.
Herî dawî sînevîzyona li ser jiyana Çekdar Canfeda Med û nirxandinên Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan derbarê şehîdan de hat temaşekirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.