Êrîşên kîmyewî li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gerîla yên bi çekên kîmyewî, li Awûstralya, Qibris û Belçîkayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi banga Meclîsa Gelê Kurd gelek Kurdistanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofilosê li hev civiyan.

Girseya gel bi pankartên ku êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar dikin, heta avahiya Şaredariya Lîmassolê meşiya.

Li pêşiya avahiya şaredariyê jî piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Gelê Kurd Kamîl Akalin daxuyanî da. Akalin got, "Li hemberî çekên kîmyewî ku sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye bêdengî nabe. OPCW divê tavilê vî sûcê şer lêkolîn bike û bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Em ê vî sûcê şer li tevahiya cîhanê teşhîr bikin. Divê bê zanîn ku gerîlayên Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a barbar têkoşîna azadiyê dimeşînin. Li dijî barbar û zaliman em ê li gel refê berxwedanê yê gerîla bin."

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Kurd tevî dostên xwe li ber Pirtûkxaneya Victoria li hev kom bûn û çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.

Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û hikumetên rojavayî yên li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî bêdeng in hatin şermezarkirin. Çalakgeran bang li hikumeta Awûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

TÎROL

Li bajarê Tîrol ê Awûstûryayê êrîşên bi çekên kîmyewî bi meşekê hatin şermezarkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin, hate hildan. Di çalakiyê de ji bo balkişandina ser êrîşên kîmyewî çalakgeran kincên spî li xwe kirin û maske dan ber rûyê xwe.