Çekdar Canfeda û hevrêyên xwe li Marsîlyayê hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Canfeda Med û sê hevalên xwe yên li Metînayê şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Canfeda Med û sê hevalên xwe yên li Metînayê şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bibîranîn. Merasîma bibîranînê, li Navenda Civaka Demokratîk, bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di bibîranînê de, sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Çekdar hat nîşandan. Li navendê ji bo Şehîd Çekdar quncikek hat amadekirin.

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.