Çalakiya Yozcû di roja 6’emîn de berdewam dike

Greva birçîbûnê ya Mehmet Yozcû ya ji bo piştevaniya bi Ecevît Pîroglû re, 6 roj in berdewam dike.

Şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû ku ev salek e li Sirbîstanê girtî ye û xetereya radestkirina Tirkiyeyê heye, ji bo protestokirina van pêkanînên dewleta Sirbîstanê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya Pîroglu îro di roja 129’an de berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya Mehmet Yozcû ya ji bo piştevaniya bi Ecevît Pîroglû re, 6 roj in berdewam dike. Endamên Însiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re, ji bo çalakiya Yozcû yê ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di greva birçîbûnê de ye, hatin ba hev. Endama Înîsiyatîfê Aycan Serbes diyar kir ku Ecevît Pîroglû 15 meh in li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî di girtîgehê de ye û got: "Dewleta Sirbîstan li gorî qanûnên xwe sûcan dike. Piroglû 129 roj in li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe dide."

Çalakger Mehmet Yozcû jî diyar kir ku Ecevît Pîroglû tenê ji ber ku duh li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye, hatiye girtin û wiha got: “Em weke hevrêyên Pîroglû, ne tenê ji bo wî, ji bo xwe, girtiyan, kesên hatin çewisandin, dixwazin ku Ecevît Pîroglû yê li girtîgeha Sirbîstanê li berxwedana dewam dike, bê berdan. Em bêdeng nabin, em li vir in! Heta ku Pîroglû azad dibe, em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Em hevrêyên kesên weke Ecevît Pîroglû şer dikin, in.”