Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê bi dawî bû
Çalakiya rûniştina ya li ber Konseya Ewropayê, îro bi dawî bû. Parlamenterên ji Konseya Ewropayê di çalakiyê de axivîn û diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Çalakiya rûniştina ya li ber Konseya Ewropayê, îro bi dawî bû. Parlamenterên ji Konseya Ewropayê di çalakiyê de axivîn û diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Çalakiya rûniştina ya bi çar rojan ku bi banga Kongreya Civaka Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) li ber Konseya Ewropayê hat lidarxistin, bi daxuyaniya çend parlamenterên Konseya Ewropayê ya ji bo çapemeniyê bi dawî bû.
Roja çaran, Partiya Sîn Feîn a Îrlandayê ya Parlamentoya Ewropayê, Tevgera Demokrat a Civakî ya Kibrisê, nûnerên ji Katalonyayê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDKF) jî di nav de gelek sazî û nûner tev li çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê bûn.
Parlamenterê Sîn Feînê Paûl Gavan got: “Em ji Îrlandayê ji bo piştevaniyê hatin. Rejîma Tirk mafên mirovan û demokrasiyê nas nake. Em, piştgiriya çalakiya we dikin.“
‘TÊKOŞÎNA KURDAN BI RÛMET E’
Parlamenter Konstantînos Efstathîoû yê ji Tevgera Demokratên Civakî ya Kibrisê jî ev tişt gotin: “Li ber têkoşîna we ez bejina xwe ditewînim. Nabe ku mafê hêviyê yê Ocalan bê astengkirin. Her kes, Kurdan bi têkoşîna wan a bi rûmet nas dike. Ji bo azadî û mafê hêviyê yê Ocalan, em jî bi we re çi ji destên me were em amade ne. Ocalan, ji Mandela pirtir girtî ma. Nabe ku mirov vê qebûl bike.“
Parlamenterê Îrlandayê Thomas Prîngle jî wiha got: “Em ji bo Ocalan û girtiyên din hêvîdar in. Pê şanaz im ku li ber Konseya Ewropayê bi we re me.“
Parlamentera Katalonyayê Laûra Castel Ford jî ev tişt gotin: “Nabe mirov pêkanîna li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xweşbînî bibîne. Em ê ji Katalonyayê li piştevaniya ji bo we dewam bikin.“
‘TECRÎDEKE GIRAN LI SER ÎMRALIYÊ HEYE, CPT DIVÊ BI ERKA XWE RABIBE’
Di çalakiyê de ev daxuyanî jî hatin dayîn:
Barbara Spînellî-Îtalya/ Parêzera Abdullah Ocalan:
“Ez ji Yekitiya Parêzeran a Demokratîk a Ewropayê têm. Me wek parêzerên Ocalan daxwaza xwe ya hevdîtinê me ragihand dewleta Tirk. Em dixwazin li ser rewşa Ocalan û Îmraliyê bisekinin. Dixwazin vekolîna rewşa girtiyên din jî li cihê lê tên girtin bikin. Bi taybetî sê sal in tecrîdeke pir giran danîne ser. 750 parêzeran daxuyaniyeke hevpar îmze kir. Divê em Ocalan azad bikin. Divê Tirkiyeyê erkê bide CPT’yê ku CPT bi erka xwe rabibe. Ji bo weşandina raporê ev şert e. Mafê hêviyê ne xewnek e, mafê mirov e. Ji bo azadiya Ocalan çi bivê em ê bikin.“
Daxuyaniya li ser navê ciwanan:
“Li welatên em lê ne digotin ku bi navê Kurdistanê welatekê we nîn e. Bi saya Rêber Apo em hene. Ciwanên di nav pergaleke diyar de hatin mezinkirin. Ocalan ev asîmîlasyon xera kir. Hewcedariya Kurdan bi Ocalan heye. Berpirsê esil ê neberdana wî CPT ye. Ocalan, ne bi tenê rêberê Kurdan lê rêberekê fikirî yê gelên cîhanê ye jî.“
Hevserokê Federasyona Fransayê Abdullah Olmez CDKF:
“Bi saya sekina Rêber Apo di 24’an de geşe pê da Kurdistan hat bi van rojan. Lê hêzên komploger li înkarê dewam dikin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em ê bêyî sekin bixebitin.“
Ji KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr:
“Rûniştinên li 46 welatan berdewam in. Di van rûniştinan de Tirkiye di rojevê de ye. Parêzeran daxwaza mafê hêviyê yê Rêbertiyê kir. Ev têkoşîn, bi vê derê dest pê nekiriye û li vê derê naqede. Bila Konseya Ewropayê, Parlamenterên YE’yê, CPT bi erka xwe rabibin. Hiqûqa navneteweyî divê ji bo her kesê derbasdar be. OPCW, bi bêdengiya xwe piştgiriya Tirkiyeyê dike.“