CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
700 zanyar û pisporan banga germbûna global kirin
Li Fransayê bi sedan zanyar û pispor, ku di nav wan de akademisyen û endamên hîndekariyê jî hebûn, di serî de li welatên Ewropaî ku li dijî gembûna global ne serkeftî bûn, bang li hemû hikûmetên cîhanê kirin ku tevdîran bistînin. -
Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket
Li bakurê eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê ji nû ve agir bi daristanê ketin. Di nava du rojan de 22 hektar şewitîn. -
Li Şirnexê bexçeyê fisteqan
Osman Zeyrek ê teqawîtbûyî, erdê xwe yê ji 22 donimî yê li Şirnexê kiriye bexçeyê fisteqan. Zeyrek got, îsal 5-6 ton fisteq ji bexçeyê wî hatiye. -
Li gundê xwe yê hate valakirin çewlika elokan vekir
Azîz Ormanli ku li gundê xwe yê hatiye valakirin çewlika elokan a organîk çêkiriye ji derdora xwe re bûye mînak. Ormanli got, "Heta ku dewlet dîsa me ji gundê me dernexîne, ez ê vî karî bikim." -
Kargehên ard ên li Wanê li ber girtinê ne
7 kargehên ard ên li Wanê ku bi sedan kes lê dixebitin, ji ber têkçûna aboriyê di nava krîzeke giran de ne. -
1.4 milyon mirov bi têrkerî li ser xwe nagerin
Li gorî lêkolînekê, li cîhanê 1.4 milyon mirovên bi emir, ji bo tenduristiya xwe bi têrkerî li ser xwe nagerin. -
Dokûmantera 'Dil Leyla' li festîvala Nancy xelat wergirt
Dokûmantera bi navê "Dil Leyla" ya li ser jiyana Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, li Festîvala Fîlman a Nancy hêjayî xelatê hate dîtin. -
Rizgarker Candorûk: Perwerde û agahdarkirin şert e
Rizgarker Cemal Candorûk bal kişand ser zêdebûna bûyerên fetisandinê yên li Çemê Dîcleyê û got, "Divê li qiraxên çem timî rizgarker hebin. Ya herî girîng jî; pêwîste gel bê perwerde û agahdarkirin." -
Banga xwedîderketina li Dersimê!
Gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, bertek nîşanî şewata ku dewleta tirk a li Dersimê derxistî dan û bang li xwezaparêz û hawirparêzan kir ku xwedî li xwezaya Dersimê derkevin. -
Li Meksîkayê 300 kîso mirî hatin dîtin
Li Meksîkayê rayedarên hawîrdorê 300 kîsoyê ji celebe golfîna ku gefa tinebûnê li ser wan heye, li peravên Meksîkayê yên Pasîfîkê mirî dîtin. -
Zêmara ji bo Mam Zekî
Piştî meşê ez hembêz kirim, got, ‘’Êdî ez ê venegerim’. Min dest bi girî kir. Ji min xwest ku şehîd bikevim ez negirîm. Lê ez li ser soza xwe namam, giriyam. Dilê min peritî. Ez bawer nakim ku me ew ji dest dabe. -
Bikenin, bizin derbirîna li ser rû nas dikin
Li gorî lêkolînekê bizin cihêtiya derbirîna li ser rû nas dikin û li şûna rûyê bihêrs rûyê biken tercih dikin. -
Jin û zarok xwedî li muzîka Kurdî derdikevin
Jin û zarok hewl didin bi derfetên xwe li kolanên Wanê xwedî li muzîka Kurdî derkevin. -
Rêwîtiya li nava Îranê
Em ji Silêmaniyeyê bi rê ketin û di ser Rojhilatê Kurdistanê re me berê xwe dan Tehranê. Çavdêriya ger û geşteke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. -
Li Hindistanê baranên mûson: Hezar û 200 kes mirine
Ji ber baranê mûson ên di nava vê salê ya li Hindistanê de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Pîşeyekî sedan salan ê li ber tinebûnê: Kurtankerî
Fîkret Dogan yek ji du kesên dawî ye ku li Mêrdînê karê kurtankeriyê dike. Dogan dibêje, ev pîşeyê bi destan ê sedan salî li ber tinebûnê ye. -
Piştî ziwabûnê cotkar dibêjin, 'em ê çi bikin'
Pirsgirêkên ji ber ziwabûnê ku destpêka Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li Ewropaya Bakur karîger bû, didome. Li Ewropayê gelek cotkar neçar man ku ka û zadê ji bo zivistanê veqetandin bidin hewyanan lê dibêjin, ‘zivistanî em ê çi bikin?’ -
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên Cejna Qurbanê gihand Efrîniyan
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên Cejna Qurbanê li xelkê Efrînê yê li herêma Şehbayê û li xelkê Bakurê Kurdistanê yên li deverên wêrankirî belav kir. -
Fosîlê 23 milyon salî kelecaniyek çêkir
Li Kanadayê di kolandinan de fosîlê 23 milyon salî yê biguhanan hate dîtin. -
Hestiyê li Altayê yê zaroka ji Neandertal û Denîsovîan e
Li çiyayên Altayê yên Sibîryayê li şikeftekê hestiyekî 1,5 santîmî hatibû dîtin, piştî lêkolîna li ser hestî hatî kirin, derkete holê ku hestî ê keçeke beriya niha bi 50 hezar salî ye, ku ji însanê Neandertal û Denîsovîan çêbûye. -
Avadaniyeke 5 hezar salî hate dîtin, civakeke wekhevparêz hebûye?
Komeke lêkolîner a navneteweyî monolîta herî kevn û ya herî tê zanîn a Efrîkaya Rojhilat derxist holê. -
Piştrast bû ku li Heyvê qeşa heye
Zanyarên NASA’yê piştrast kirin ku li ser rûyê Heyvê ava heye. -
KAMPANYA HEYVA SOR A KURDISTANÊ YA JI BO CEJNA QURBANÊ
Heyva Sor a Kurdistanê bang kir, ku qurbanên di Cejna Qurbanê de werin dayin ji bo malbatên hewcedar ên li hemû parçeyên Kurdistanê bêne şandin. -
Ustun: Li pişt şewatê konsepta şer û rantê heye
Ekolojîst Beyza Ustun got li Dersimê li gel armanca hilweşandina ekolojîk û guherîna demografîk û astengkirina têkoşîna civaka sernetewandî, dixwazin herêmê bikin rant jî. -
Cejna Qurbanê li wargeha Mexmûrê hate pîrozkirin
Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya Cejna Qurbanê destpêkê çûn serdana goristanê, piştre jî li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin.