CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.