KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Şêx Seîd û 48 hevalên wî beriya niha bi 101 salî li qada Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin. Em wan bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bicihanîna hesreta wan a ji bo Kurdistana Azad dubare dikin.

Li ber sêdarê gotina dawî ya Şêx Seîd û hevalên wî Kurdistana Azad bû. Bi baweriya ku ciwanên Kurd wê hesreta wan pêk bînin nefesa xwe ya dawî dan.

Neviyên Şêx Seîd û hevalên wî; ciwanên Kurd bi pêşengiya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kirinû hebûna Kurdan ispat û mayinde kirin. Peyam û wasiyeta wan a dawî bi têkoşîna xwe bi cih anîn. Îro rastiya gelekî heye ku ji bo azadiya xwe têdikoşe.

Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk hewl dide ku hesreta Şêx Seîd û hevalên wî pêk bîne. Komara Demokratîk wê bibe pêkhatina hesreta wan. Şêx Seîd û hevalên wî li dijî komarê li ber xwe nedan. Li ber wê sîstemê rabûn ku ne demokratîk bû, li ber wî mejî rabûn ku Kurd tine dihesiband. Şaş e ku bê gotin ku Şêx Seîd û hevalên wî li dijî komarê bûn û bi vê têgihiştinê Kurd bêne qirkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî rewakirina polîtîkayên komkujî û qirkirinê ye.

Eger demokratîkbûn û komara demokratîk wê pêk were, divê rûbirûbûn bi şandina Şêx Seîd û hevalên wî ya ber bi sêdarê ve bê kirin. Bi vî rengî wê bê nîşandan ku dest ji înkarkirina Kurdan hatiye berdan. Nêzîkatiyeke berevajî vê yekê wê bibe israra li ser polîtîkaya înkar û îmhayê ya berê. Eger komar wê demokratîk bibe, hingî girîng e ku şaşitiya polîtîkaya sêdarekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê qebûlkirin.

Ji bo vê divê cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî bê gotin, ku ev yek wê ji bo lihevkirina bi gelê Kurd re bibe gaveke girîng. Gelê Kurd jî ji bo nîşandana cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan divê têbikoşe.

Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wî bêne bicihanîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike."