Zeytûnên li Somayê hatin qetilkirin wê di berxwedana Kobanê de bijîn
Zeytûnên li Somayê hatin qetilkirin wê di berxwedana Kobanê de bijîn
Zeytûnên li Somayê hatin qetilkirin wê di berxwedana Kobanê de bijîn
Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi dirûşma “Darên Zeytûnê yên li Somayê hatin qetilkirin wê di Berxwedana Kobanê de şîn bibin” bi armanca piştgiriya ji bo Berxwedana Kobanê, li gundê Mîsaynter ê Pirsûsê dest bi çandina şitlên zeytûnan kir.
Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li gundê Misaynter ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi sedan darên zeytûnê çand. Komîsyonê bi dirûşma, “Darên Zeytûnê yên li Somayê hatin qetilkirin wê di Berxwedana Kobanê de şîn bibin” li gundê Misaynterê ku berxwedana nobetê ya bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê berdewam dike, bi sedan darên zeytûnê çand. Endama Komîsyonê Şehbal Şenyurt da diyarkirin ku li dijî hilweşandin, şer û tundiya li ser jinê ji bo çandina zeytûnan hatine vê derê û bibîr xist ku li Yircayê 6 hezar darên zeytûnê hatin birîn.
Beriya çandina daran endama Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê Hatîce Sevîptekîn bal kişand ser wehşeta li Kobanê û Şengalê li dijî Kurdan pêk hat û bibîr xist ku jin li bazaran weke kole hatin firotin. Sevîptekîn diyar ku wan bi çandina daran bersiv daye vê wehşetê û banga xurtkirina berxwedana ji bo xwezayê û mirovahiyê kir.
Endamên Komîsyonê ku şitlên dara zeytûnê yên ku sembola aştiyê ne, li gundê Misaynter ê Pirsûsa li ser sînorê Kobanê çandin.