Zextên li girtîgehan li Bazidê hatin şermezarkirin

Zextên li girtîgehan li Bazidê hatin şermezarkirin

Zextên li girtîgehan li Bazidê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazidê Mehmet Bozkurt diyar kir ku zext, êşkence û sirgûnên di girtîgehan de ji aliyê kesên ji pêvajoyê aciz in tên kirin û bang li her kesê xwedî wijdan kir da ku li hember kiryar û pêkutiyên li girtîgehan hişyar bin. 

Di pêşengiya nûnertiya TUHAYD-DER a Bazidê de bi armanca balê bikişînin ser zext, êşkence û sirgûnên di girtîgehan de û her wiha girtiyên nexweş li ber avahiya komeleyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ligel rêveberên komeleyê, Şaredarê Bazidê Canan Korkmaz, hevserokên rêxistina BDP’ê ya Bazidê Cemîl Rizaogullari û Fatma Okçu û xizên girtiyan amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmayên, "Bijî berxwedana zîndanan" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin. Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazidê Mehmet Bozkurt got ku li girtîgehan huqûq tê binpêkirin, daxwazên girtiyan nayên bicihanîn û mekanîzmayên êşkenceya fizikî ya li hember girtiyan şermezar kir. Bozkurt da xuyakirin ku mînaka herî berbiçav a êşkenceyê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîncan Enqere pêk tê û got, “Em vê zîhniyeta êrîşkar rexne dikin. Heman rewşê li Girtîgeha Mûşê jî rû daye. Em dizanin ku mijara dihêlin mehkûmên edlî êrîşî hevalên me yên jin dikin xizmeta çi dike. Ji girtîgeha Sêrt û Êlihê 149 hevalên me yên girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên cuda cuda kirin. Em ji vir didin diyarkirin ku ligel em ligel hevalên xwe ne.”

Bozkurt di dewama axaftina xwe de got ku kesên ji pêvajoya "Çareseriya demokratîk” aciz in dixwazin bi zextên sîstematîk ên di girtîgehan de pêvajoyê sabote bikin û got, "Yekalî jî be wê gelê kurd û îradeya wê ya siyasî pêvajoyê bi rê ve bibe.” Bozkurt bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û ev xusûs destnîşan kir, “Hevalên me yên girtiyên nexweş rûmet û nirxên wî gelî ne. Em dixwazin li hember nirxên gelê me rêz bê girtin û li ser vî esasî em bang li Wezareta Edaletê dikin. Em dixwazin hevalên me yên rewşa wan a tenduristiyê giran bên berdan. Em dixwazin heyeteke ji mafê mirovan biçe girtîgehan.”
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.