YPG’ê gundê Asuriyan ji çeteyan rizgar kir

YPG’ê gundê Asuriyan ji çeteyan rizgar kir

 Hêzên YPG'ê gundê Til Şamîran ê dikeve rojavayê Til Temir û piraniya şêniyên wê Asûrî ne, ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kir.

Li gorî agahiyên bidest ketine, dema hêzên YPG'ê di çarçoveya "Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re" de bajaroka Menacîr rizgar kir, beşek çeteyên ku reviyabûn li gundê Til Şamîran bicîh bibûn.

Hate ragihandin ku li ser vê yekê hêzên YPG'ê îro li Til Şamîran ku 5 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Til Temir  û piraniya şêniyên wê welatiyên Asurî ne, operasyon da destpêkirin. Hate ragihandin ku di encama operasyona ku îro piştî nîvro hate destpêkirin de Til Şamîran saet derdora 18.00'an de ji komên çete hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê şêniyên gund jî keyfxweşiya xwe anî ziman.