YPG'ê 16 gundên Tirbespiyê rizgar kir

YPG'ê 16 gundên Tirbespiyê rizgar kir

Hêzên Parastina Gel (YPG) ku şevê din li herêma başûrê Tirbespiyê operasyona şoreşgerî ya bi navê “Dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re’ dabû destpêkirin, 16 gund rizgar kirin.

Operasyona şoreşgerî ya ku hêzên YPG’ê şevê din li herêma başûrê Tirbespiyê saet di 20.00’an de li dijî komên çete dabû destpêkirin, didome.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatine wergirtine, di çarçoveya operasyonê de pevçûnên dijwar rû dan û gelek endamên komên çete hatin kuştin, her wiha gelek cebilxane jî hate desteserkirin. Hate gotin ku cenazeyên 2 endamên çeteyan di destê YPG’ê de ne.

Hat ragihandin ku ji şevê din heta niha  gundê Mihemed Diyab ku wekî navendeke stratîjîk a komên çete dihat zanîn û gundên Mirr, Sofiya, Taya, Mezlûma, Ribêda, Mihemediyê, Riheya biçûk, Xirbê Sim, Xirbê Cihaş, Huriyat, Huriyat a Jêrîn, Huriyat a Jorîn, Um Kirênat, Nebbûa, Zahîriyê hatin rizgarkirin.