YJRK: Bêdengiya welatên Rojava cesaretê dide Rûhanî
YJRK: Bêdengiya welatên Rojava cesaretê dide Rûhanî
YJRK: Bêdengiya welatên Rojava cesaretê dide Rûhanî
Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK li ser darvekirinên rojên dawî yên rejîma Îranê daxuyaniyeke nivîskî da û bi darvekirinên rejîma Îranê bi zimanekî tund şermezar kirin.
YJRK’ê di derbarê bidarvekirinê girtiyên siyasiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve daxuniyekî nivîskî da. YJRK di daxuyaniyê de bal dikişîne li ser sistema bidarvekirinê ji aliyêri rejîma Îranê û dide diyar kirin ku, dewleta Hesen Rûhanî jî siyasetên klasîk ên qirkirin û înkarê, bi şêwazekî sîstematîk di bin siha siyaseta dîplomatîk a bi welatên Rojava re didomîne.
Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê destnişan kirin ku bêdengiya welatên Rojavayî û saziyên navnetewî ya li beramber zextên rejîma Îranê yên li ser gelê kurd û hemû gelên din, cesaret daye dewleta Hesen Rûhanî û darvekirinên rojên dawî wekî encama vê siaysetê destnîşan kirin.
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku rejîma Îranê li bendê ye ku gelên Îranê jî wekî hêzên navnetewî, li hember darvekirina zarokên xwe bêdeng bimînin..
YJRK radigihîne ku çawa gelên Îranê û bi taybetî jî gelê kurd ti caran li hember van kirinên hovane yên rejîmê bêdeng nemaye, niha jî li hemû qadên têkoşînê, bi pêşengiya jin û ciwanan xwedî li nirxên xwe derdikeve û bi er û berpirsyariyên xwe radibe.
Di serî de çalakiyên li Seqiz, Merîwan û Serdeşt, YJRK çalakiyên li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan pêkhatî jî pesinandin û çalakiya greva birçîbûnê ku li bajarê Silêmaniyê didome jî wekî nîşana helwesta şoreşger a gelê kurd bi nav kir.
Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê di dawiyê de, di serî de jin û ciwan, bang li hemû gelê kurd dike ku çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berfirehtir bikin û radigihîne ku wekî YJRK ewê jî bi bilindkirina asta têkoşînê bibin layiqî cangoriyên têkoşîna azadiyê û berxwedana gel.