Yek ji 6 ciwanên li YE ya bê perwerde ye yan jî bê kar e
Li gelemperiya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), zêdeyî ji sedî 17 ê ciwanên 20-24 salî nikarin ji derfetên perwerde û kar sûdê werbigirin.
Li gelemperiya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), zêdeyî ji sedî 17 ê ciwanên 20-24 salî nikarin ji derfetên perwerde û kar sûdê werbigirin.
Li gorî daneyên ji aliyê Ofîsa Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat) ve hatin weşandin, di sala 2015'an de li gelemperiya welatên Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 17,3 ê ciwanên 20-24 salî nikarin ji derfetên perwerde û kar sûdê werbigirin. Ev tê wateya 5 mîlyon ciwanan. Hat ragihandin, ev rêje piştî sala 2006'an di nava 10 salan de zêde bûye.
Welatên ku ciwan herî zêde ji derfetên kar û perwerdeyê bêpar in, Îtalya û Yewnanîstan e. Di vê mijarê de welatên herî zêde avantaj lê hene jî Hollanda û Luksembûrg in. Li Îtalyayê ji sedî 31,1 ê ciwanên 20-24 salî, li Yewnanîstanê jî ji sedî 26,1 ê ji van ciwanan ji derfetên perwerde û kar bêpar in. Ev rêje li Hollandayê ji sedî 7,2 û li Luksembûrgê jî ji sedî 8,8 e.
Di nava ciwanên 15-19 salî de rêjeya kesên perwerdeyê nabînin an jî li karekî naxebitin ji sedî 6,3 ye.
Di nava ciwanên 25-29 salî de rêjeya bêkariyê hê ji sedî 19,7 e.
Li gorî daneyên Eurostatê, li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê ya ji 510 mîlyon mirovî, di navbera 15 û 29 salî de bi giştî 90 mîlyon ciwanên dikarin bên xebitandin hene. Ev yek ji sedî 17 ê nifûsa giştî ye.