Xwendekarê kurd li Erzînganê rastî êrîşê hat

Xwendekarê kurd li Erzînganê rastî êrîşê hat

Li Navçeya Kemaliye ya Erzînganê xwendekarê bi navê Fatîh Elmas, ji aliyê koma 20 kesan ve rastî êrîşê hat. 

Li gorî agahiyan şevê din li navçeya Kemaliyan a Zanîngeha Erzincanê xwendekarê kurd Fatîh Elmas rastî êrîşa 20 kesan hat. Hat zanîn ku di malpera Facebookê de wêneyê xwe yê nişaneya serkeftinê heye bar kiriye rastî êrîşê hatiye. Elmas ku rastî êrîşa 20 kesan hat, xwe avêt Yurda Xwendekarên mêr a Osman Nuri Akin. Hat zanîn ku êrîşa li dijî Elmas di nava yurdê de jî berdewam kir. Pişti bûyerê polîsên hatin yûrdê Elmas binçav kirin. 

Hat zanîn ku piştî demekê Elmas serbest hat berdan.