Xiristiyanên Til Şamîran êdî bi azadî îbadeta xwe dikin
Xiristiyanên Til Şamîran êdî bi azadî îbadeta xwe dikin
Xiristiyanên Til Şamîran êdî bi azadî îbadeta xwe dikin
Tevgera rizgarkirina herêmên Rojavayê Kurdistan herî zêde bandoriya erênî li ser pêkhateya Xiristiyanan dikin. Yek ji wan herêmên hatin rizgar kirin gelek şêniyên Xiristiyan lê dijîn gundên derdora Til Temir’e. Şêniyên gundê Til Şamîran ê 5 km li rojavayê bajarê Til Temir, piştî hêzên YPG’ê gundê wan ji komên DAIŞ’ê rizgar kirin diyar dikin ku komên çeteyên DAIŞ’ê ev saleke nedihiştin biçin dêrê û îbadeta xwe bikin û ji gund derbikevin.
Komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra ku ev saleke gundên Xiristiyan yên derdora Til Temir dagir kiribû û gundiyan xistibû nava tirsê û îşkenceyê. Tevgera rizgarkirina herêmên Rojavaya Kurdistan herî zêde bandoriya erênî li ser pêkhateya Xiristiyanan dikin. Yek ji wan herêmên hatin rizgar kirin gelek şêniyên xiristiyan lê dijîn gundên derdora Til Temir’e. Şêniyên gundê Til Şamîran ê 5 km li rojavayê bajarê Til Temir dikeve, piştî hêzên YPG’ê gundê wan ji komên DAIŞ’ê rizgar kirin diyar dikin ku komên çeteyên DAIŞ’ê ev saleke nedihiştin biçin dêrê û îbadeta xwe bikin û ji gund derbikevin. Şêniyên gundê Til Şamîran ji nûçegihanê ANHA axivî.
Şêniya gundê Til Şamîran bi navê Velantîna Odiyoş piştî rizgarkirina gund de wiha got: “Em ji komên çete yên DAIŞ’ê zagonê xwe îslamî li ser me dimeşandin xelas bûn. Ji ber ber wan çeteyan em nikaribûn derketina derve û em dema derdiketin derve jî me serê xwe digirt.” Jina Asûrî Velantîna gotinê xwe wiha domand: “Me ji tirsa wan nikarîbû îbadeta xwe ya olî bikira û em nediçûn dêra gundên xwe.” Velantîna di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Asûrî yên ji ber kiryarên çeteyan koçber bûne kir ku vegerin malên xwe.
Welatiyê bi navê Oriya Îsmaîl Yohena yê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û piştî 15 rojan bi 55 hezar lîreyên Sûrî hate berdan û di derbarê revandina xwe û kiryarên komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra de wiha got: “Dema ez ji nav zeviyên xwe dihatim çete derketin pêşiya min û çavên min girêdan û ez birim herêmeke nêzî bajarê Reqayê. Ez 15 rojan li ba wan mam û ji min dipirsîn ku nimêjê û azanê dizanim. Her çend Xiristiyanim jî, ez îbatê îslamî dizanim. Piştî 15 rojan bi 55 hezar lîreyên Sûrî ez serbest berdam.”
Yohena diyar kir ku îsal zeviyên xwe neçandin û wiha destnîşan kir: “Ji ber tirsa çeteyan ku hilberînin me didizîn min nikarî bû zeviyên xwe biçînim.”
Keyayê gundê Korîş Talye Aliya kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina gundên xwe ji dibin destê komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra debûn anî ziman û jiber wan ji komên çeteyan rizgarkirine YPG’ê spas kir û wiha got: “Em ê jiyana xwe ji nû ve dest pê bikin û ev roja rizgarkirina günde û li ba hemû şêniyên gund rojeke dîrokî ye.”
Keyayê gund Aliya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ji bo çete tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin û yekîtiya gelê herêmê çênebe, ew bi kuştinê tehdîd dikirin eger ew têkliyan bi Kurdan re daynin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li hemberî wan û fikra wan derdiketin ji ber ku bi hezaran salan e em li gel hev dijîn.”