Xeta Nord Stream-2 tenê wê Gazpromê re dewam bike

Xeta Nord Stream-2 ya wê gaza Rûsan ji ser Behra Baltikê veguhezîne Ewropayê, piştî şirîkên rojavayî xwe kişandin, temamkirina wê ma li ser Rûsan.

5 şirîkên Nord Stream-2 ku xeta gazê ye û ji Saînt Petersbûrgê heta Elmanyayê 200 kîlometreyan diçe, xwe vekişandin. Şirîkên bi navê ENGIE, OMV, Shell, Uniper û Winterhall ên ku di projeya Gazpromê de cih digirin ji saziya rayedar a îhaleyê re mijar teblîx kirin.

Bi vî rengî, projeya ku dihat plankirin Gazprom bibe şirîkê ji sedî 50’yê wê, niha pêwîst dike ji sedî 100 bi xwe çêbike. Lê, berê her yek ji şîrketan jî xwedî parek ji sedî 10’an bû.

Nord Stream-2 a ku wê bi du xetên paralel gaza xwezayî veguhezîne, wê her salê xwedî kapasiteyek 27 mîlyar metrekup be. Dihat plankirin ku ev xet pêvajoya 2018-2019’an bi dawî bibe, tê hesapkirin ku bi giştî maliyeta wê 8 mîlyar Eûro ye.