'Xeta di navbera Îmralî û Qandîlê de bê avakirin di cih deye'

'Xeta di navbera Îmralî û Qandîlê de bê avakirin di cih deye'

Di konferansa "Kurd, aştî, demokrasî û modela çareseriyê" niqaş dikin de, Rojnameger Çetîner Çetin, diyar kir ku ne çareseriya bê Ocalan û ne jîe çareseriya bêyi BDP'ê pêkan e. Çetîn, anî ziman ku êdî lazim e di navbera Îmraliyê û Qandîlê de pirek bê avakirin.

Li Enqereyê bi piştgiriya Vakfa Civakî, Nûnertiya Tirkiye ya Komeleya Friedrich Ebert Stiftung û Vakfa Chrestê, ji aliyê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn, konferansa "Kurd, aştî, demokrasî û modela çareseriyê" di roja duyemîn de piştî nîvro jî berdewam kir. Di konferansê de Berdevkê Partiya KYB'ê Azad Jundiyanî bal kişand ser geşedanên li herêmê û wiha got: "Em ne difikirîn ku d navbera Şîî û Suniyan de pevçûn û şer pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê em li ser rêveberiyek nû hûr bibin. "

AVAKIRINA DÎWAR BÊSIHÛDÎ YE

Rojnameger Çetîner Çetin, diyar kir ku ne çareseriya bê Ocalan û ne jî çareseriya bêyî BDP'ê pêkan e. Çetîn, anî ziman ku êdî lazim e di navbera Îmraliyê û Qandîlê de pirek bê avakirin. Çetin, destnîşan kir ku medya Tirkiyeyê karê xwe baş nizane û wiha got: "Dema koma aştiyê di deriyê Xabûrê re derbas bû tenê cilên gerîlla başa medya tirk kişand. Lê ger ku me wê demê armanc û fikara wan mirovan bida ber çavan û em li ser wê yekê hûr bibûna me dikaribû îro pêvajo baştir peş bixistaya. Divê êdî Tirkiye ji hevdîtin û nerînên nû re vekirî be. Tirkiye bi salan e pirsgirêka perçebûnê dijî. Niha pirsgirêka siyasîbûna PKK'ê dijî. Sûrî di astek pir girîng de ye. Lekirina dîwarê di navbera Nisêbin û Qamişloyê de bê siûdî ye. Li şûna dîwaran divê pir li wir bên avakirin. Divê êdî ne PYD û MİT, divê wezareta karên hundir hevditinan pêk bînin. Divê bertekên li hemberî darvekirina Îranê jî xurt bibin.

Akademîsyen Mithat Sancar, jî bal kişand ser perwerdehiya zimanê zikmakî û xwest dîwarê dîwarê di navbera sînoran û zimanan de bê rakirin.

Aziz Barzanî jî destnîşan kir ku dê berdewaa konferansê li Hewlerê berdewam bikin.

Hat zanîn ku dê niqaşên konferansê bibin pirtûk.